Atılım Avrupa
Dîktatoriya faşîst a kolonyalist, êrîşên xwe yên li hember gel, karker, kedkar û hemû bindestan derxistiye asta herî jor. Karkerê li mafê xwe digere, xwendekarê xwestekên xwe tîne ziman, Elewiyê azadiya baweriya xwe dixwaze, Kurdê jiyaneke wekhev dixwaze, bi kurtasî li hember hemû civakê şerekî paşverû daye destpêkirin. Desthilatdariya AKPê û Erdoganê faşîstê îslamî yê polîtîk, MHPa neteweperst û nijadperest, bi hemû kesên wek xwe yên kiloxperest li gel kesên aştî û demokrasiyê dixwazin, azadî, rûmet û edelatê dibêjin, bi wan re di nav dijminantiyeke bêsînor de ne. Bi hişmendiya xwe ya yekparêz û bi devên xwe yên tije xwîn bê navber wekî ku har bûbin dubare dikin. Her bihosta axa Kurdistan û Tirkiyeyê hewl didin ku ji bo gelên me wergerînin dojehê.
Dîsa ji Osmaniyan heta roja me, yên armancên xwe yên belavbûnê di tu serdeman de dev jê bernedane wekî di dagirkirina Efrînê de, di perçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilatanavîn de xewnên dagirkeriyê dibînin. Ên ku di metrepolên Tirkiyeyê de pariyek herî biçûk li ser navê demokrasî, maf û azadiyê nehîştine li Kurdistanê jî qetlîamên herî bixwîn pêk tînin.
Lê rewşa xapînok a berî hilbijartinê ya ji hêla rejîma faşîst hatibû avakirin êdî li dawiyê ma. Bi ser qeyrana birêvenebirinê her ku diçe barên qeyrana aborî jî girantir dibe. Çawa ku komeke dewlemend dewlemendtir dibin tê xwestin ku fatûreya qeyranê jî dîsa li ser pişta gelê kedkar were dayîn.
Lê her karker û kedkar êdî naxwazin fatûreya qeyranê bidin. Herkesê ku xwe mrov dibîne naxwaze xwîna birakujiyê birjîne. Dixwazin di erdnîgariyeke wek ku gulên edelat û rûmetê têda vebûbin de bijîn. Xwestina vê girîng e lê ji vê zêdetir tiştên em dixwazin, daxwaz dikin, afirandina pêşeroj û erdnîgariyeke, di têkoşîneke li hember faşîzm û mêtingeriyê de derbas dibe. Wekî nemirên li hember faşîzmê, dema ji bo şoreş û sosyalîzmê têdikoşiya, ên me ew ber bi bêdawiyê ve bi rê ve kirin. Wekî şehîdên me yên li hember dagirkeriya mêtinger serî netewandin, bi ruhên fedayî ew ên di roja azadiya gel, kedkar û karkerên me de di govendên ew ên bên kişandin de dê li ser milan bin…
Xwişk û birano!
Em di destpêka meha Mijdareke nû de ne. Meha Mijdarê ji bo me komînîstan “Meha Şehîdan” e. Ev meheke; em têde windahiyên xwe yên di şerê şoreş û sosyalîzmê de bi bîr tînin, ji têkoşîn û berxwedana wan a canfedayî sûd werdigirin. Hêrsa xwe ya li hember faşîzm mêtingerî û emperyalîzmê tûjtir dikin. Bîr û baweriya xwe ya serkeftinê bihêztir dikin. Meşa rêça pêşerojê a di şopa wan de û layiqbûna ji bo wan deynê stuyê me ye.
Vê zêdetir heq dikin. Ji ber ku, wan di rûpelên herî paqij ên dîroka mirovahiyê de bi berxwedan û jiyana xwe navên xwe nivîsandin. Bûn sond û navên hesapirsîn, edalet û rûmetê. Ew, lêgeranên kedkar û karkerên keda wan tên xwarin, jina ku ji hêla civaka serdest a zilaman tê qetilkirin, ciwanên ku pêşeroja wan tê wendakirin, Kurdê tê qetilkirin û asîmîlekirin, Elewiyê ku baweriya wî/ê tune tê hesapkirin, bi kurtasî yên hemû heqîqeta bindestan in. Ji ber ku ew, li hember faşîzm û mêtingeriyê yên ku mîzgîndayina serkeftinê didin.
Bi hêviya hevdîtina di şeva ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşê de;
Şehîdên Şoreşê Nemirin! Şehîd Dijîn! MLKP Şer Dike!
Bijî Şoreş, Bijî Sosyalîzm!
Komîteya Amadekar